Li gundên Idlibê, ji ber êrîşên hêzên hikumeta Şamê jinek hat kuştin û sê kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya di navbera gundên Maret El-Nesan û Kîtan yên li bakurê Idilbê hêzên hikumeta Şamê erebeyek sivîlan bi mûşekekê hedef girtin.
Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, di encama êrîşê de jinek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li derdora Maret El-Nesan a bakurê Idlibê jî, hêzên hikumeta Şamê êrîşî nuqteyeke çeteyan kir.
Çavdêriyê diyar kir ku Di encamê de çeteyek hat kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.
Her wiha çeteyan li derdorê gundê El-Bewabiyê ya rojavayê Helebê, êrîşî hêzên hikumetê kir.
Di êrîşeke DAIŞ’ê de 3 endamên hêzên Şamê hatin kuştin 12 jî birîndar bûn
Li çiyayê El- Emûr ê li rojihilatê Humsê, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî endamên koma “Lîwai El-Qudis a
Filistînê” yên alîgerê hêzên hikumtê kir.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand kir di êrîşê de 3 endamên wê komê hatin kuştin,12 jî birîndar bûn.