“Êrişên dewleta Tirk, encama serkeftina makezagona Rojavayê Kurdistanê ye”

Berpirsê Ragihandinê yê Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan Bextiyar Mistefa diyar kir ku êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, encama serkeftina pêkanîna makezagona civaka Rojavayê Kurdistanê ye.

Berpirsê Ragihandinê yê Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan Bextiyar Mistefa êrişên li dijî testkeftiyên kurdan wiha nirxand:

“Her êrişa dagirkeriyê ya li ser gelê me ku di çarçoveya nîjadperestî û înkarkirina gelekê de tê kirin, em şermezar dikin.

Welatên çar aliyên me li dijî her destkeftiyekê kurdan e.

Ev welat bi xwe di nava krîzeke siyasî û aborî de ne, ji ber vê yekê dixwazin van qeyranan ji sînorên xwe derxînin.

Ev yek weke berteka dewleta Tirk a li hember serkeftina makezagona Rojava tê dîtin. Ji ber ku li dijî her Kurdekê li her deverê ye û hewla tunekirina wî dide.

Bextiyar Mistefa li dijî êrişên dagirkeriya Tirkiyê bang aliyên sîyasî yên Başûrê Kurdistnaê kir û got:

“Divê aliyên siyasî yên Kurd dijî êrişan xwedî helwest bin, her wiha raya giştî jî bêdeng nemîne.”

Rêveberiya Xweser: Ji ber êrişan belavkirina sotemeniyê dereng ma

Back to top button