Rêveberiya Xweser: Ji ber êrişan belavkirina sotemeniyê dereng ma

Hevseroka Rêveberiya Giştî ya Sotemenî û Petrolê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têkildarî derengmayîna belavkirina mazotê li welatiyan axivî û got, Ji ber êrişên dewleta Tirk li ser herêmê belavkirina mazotê dereng ma.

Ebîr Xalid ji malpera rêveberiya xweser re axivî û ev tişt anî ziman:

“Ji ber êrişên dewleta Tirk li dijî sazî û stasyonên petrolê belavkirina madeya mazotê li şêniyan, dereng ma.

Dewleta Tirk parzûnên petrolê carcaran hedef digire, ji ber wê jî berhema petrolê gihaşt nêvî û belavkirina mazotê, dereng xist.”

Rêjeya parên mazotê ya demsala zivistanê ji sedî gihaşt 78’an, ew jî piştî ku Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê parên saziyên din mîna ya siyahî û pîşesaziyê kêm kir û girîngî da parên ji bo demsala zivistanê.

Ebîr Xalid piştrast kir ku bi giştî, li tevahî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, malbatên ku parên xwe ji mazotê wergirtine gihaştiye 862 hezar û 351’î.

Back to top button