Artêşa Sûrî 5 gund û bajarok li Idlibê kontrol kirin

Artêşa Sûrî li Idlibê pêş dikevin û 5 gund û bajarok li Idlibê kontrol kir û êrîşeke çeteyên dewleta Tirk li Helebê têk bir.

Çavkaniyeke leşkerî raghand ku, hêzên Sûrî pêş dikevin û nêzî Mearet El-Niman ya gundewarên Idlibê bûne.

Çavkaniyê diyar kir ku artêşa Sûrî 3’ê Km dûrî riya Navdewletî M5 .

Artêşa Sûrî bajaroka El-Dêra rojhilatê Merat El-Neman û gundên Şemarîn û Kirîsiyan ên li Başûrê Idlibê kontrol kirin.

Navenda Lihevanînê ya Himêmîmê ku bi ser wezareta Parastina Rûsyayê duh ragihand ku rejîmê Sûrî bajarokê Semeke û Xûyîn El-Şeir li Idlibê kontrol kirin.

Rêjîma Sûrî êrîşa çeteyan têk bir, 3 leşker hatin kuştin

Navendê diyar kir ku hêzên rejîmê li rojavayê Helebê jî, êrîşeke çeteyên dewleta Tirk têk bir.

Hat destnîşankirin ku derdora 70 çeteyên dewleta Tirk bi 4 erebeyên leşkerî êrîşî nuqteke rejîmê li herêma Binyamîn a Helebê kir.

Her wiha çeteyan taxên sivîlan topbaran kirin û di encamê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 22 jî birîndar bûn.

Ji hêzên rejîmê jî, 3 leşker hatin kuştin û 8 birîndar bûn.

Back to top button