41 kes ji ber virusa korona mirin û 1300 kes virusê nexwş ketine

Çînê raghand ku ji ber Virusa Korana 41 kes mirin û bêhtirî hezar û 300 kesî bi virusê nexweş ketine.

 

Komîteta Tenduristiyê ya Niştimanî bi daxuyaniyekê da zanîn ku li Çînê Hezar û 300 kes bi virusa korona nexweş ketine.

Komîteya Tenduristiyê diyar kir ku heta niha zêdeyî 41 kesî bi virusa Korona mirin.

Ji ber belavbûna virusa Korona li Bajarê Çînê Şinghayê hemû deriyên Sînemeyên Fîlêman heta 30 Çileyê hat girtin.

Piştî Çînê virusa korona li Taylanda, Vîtnam, Sengefor, Japonya, Kûrya Başûr, Taywan, Nîbal, Fransa, dewletên yekbûyî û Awistraliyayê virus belav bû.

Virus gihaşt Malîzyayê jî û 3 kes bi virusê nexweş ketin.

Çînê ferman da ku li ser asta welat ji bo keşfkirina kesên bi virusa corona gumanbar di trên, balafir û otobusan de tedîbîrên pêwîst werin girtin.

Back to top button