Qanûna ji 70’î xalan pêk tê, hat qebûlkirin

Tevî hemû nerazîbûn û bertekan, hikumeta faşîst a AKP’ê weke xwe kir û pêşnûme-qanûna înfazê bi hemû xalên wê qebûl kir û kir qanûn. Pêşnûmeqanûna ji 70’î xalan pêk tê, ku muxalefetê navê “efûya veşartî” lê kiriye, li Civata Giştî ya Meclisê hate qebûlkirin. Parlamenterên HDP’ê yên Wanê diyar kir ku “bi vê qanûnê, hikumetê xwest hemû alîgirên xwe yên çete û kujer xelas bike û ji Coronayê biparêze, lê girtiyên siyasî ji mirinê re bihêle”. 

Tevî hemû hewldan û nerazîbûna aliyên muxalif jî, Pêşnûme-qanûna ku ji 70’î madeyan pêk tê, li Civata Giştî ya Meclisa Tirkiyê hate qebûlkirin.

HDP, CHP û ÎYÎ Partî, xwestin ku li ser temamiya pêşnûmeyê, dengdana vekirî bê kirin, lê ev daxwaza wan hate redkirin û dengdan bi rêbaza elektronîk hate kirin.

Di dengdanê de, 330 parlamenterî deng bi kar anî.

279 dengê ‘erê’, 51 parlamenterî jî dengê ‘na’ dan û di encamê de pêşnûme hate qebûlkirin.

Muxalefetê têkildarî pêşnûmeyê daxwaza 210 guhertinan kir, lê belê ev daxwaz bi dengên AKP-MHP’ê hate redkirin.

Desthilatdariya AKP’ê, bi vê qanûnê kujer û çeteyên xwe berdide, lê rojnamevan, girtiyên siyasî ji derveyî vê qanûnê dihêle.

Wekîlên HDP’ê yên Wanê: Hêzên mîlîtarîst tên efûkirin

Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Mûazzez Orhan û Mûrat Sarisaç diyar kir ku hikumet bi vê qanûnê hêzên mîlîtarîst, çete û kujeran ji Coronayê diparêze, lê girtiyên siyasî di nava lepên mirinê de dihêle.

Herdu parlamenterên HDP’ê got:

Bi qanûna înfazê re, wê 80-90 hezar kes bên berdan, ku ev yek jî tê wateya qebûlkirina metirsiya li ser girtîgehan.

Bi qanûnê re, hêzên mîlîtarîst û alîgirê xwe parastine, lê bi hezaran kes bi zanabûn ji bo mirinê hiştine.

Nêzî 300 hezar girtî û malbatên wan, bi hêviyeke mezin li benda guhertina qanûna înfazê bûn, lê mixabin ji ber nêzîkatiya cihêkar a hikumetê, bersiva bendewarî û pêwîstiyên civakî nehat dayîn.

Back to top button