3 Girtiyên li girtîgehên Tirkiyê, ji ber vîrûsa Corona jiyana xwe ji dest da

Tevî rewşa xerab a li Tirkiyê, tedbîr hîna jî bi rêk û pêk nayên girtin û hikumeta AKP’ê tevî hemû rexeneyan, di vî alî de gelekî xemsar e. Ji ber xemsariya wê jî û nergirtina tedbîran, bi taybet li girtîgehan, 3 girtiyan ji ber Coronayê jiyana xwe ji dest da. Dengê girtiyan jî ji bo vê rewşa kambax bilind dibe û daxwaza berdana bilez dikin. 

Li Tirkiyê di hefteyên borî de, vîrûsa Corona bi awayekî zêde belav bû û niha di aliyê jimara kesên pêketî de, li ser asta cîhanê di rêza 9’an de ye.

Wezîrê Edaletê yê Tirkiyê Abdulhemînd Gul ji rojnamevanan re got “19 girtî di 5 girtîgehan de bi vîrûsê ketine û 3 girtî dema li nexweşxaneyê dihatin dermankirin, mirin.”

Seroka ÎHD’ê ya Stenbolê: Test ji girtiyan re nayên çêkirin

Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku bi belavbûna vîrûsê re, pirsgirêkên li girtîgehan zêdetir bûne û got, girtiyên nîşaneyên vîrûsê di wan de hene jî, ji bo nexweşxaneyan nayên rêkirin û test nayên kirin.

Girtî: Tedbîr nayên girtin, em ditirsin bi vîrûsê bikevin

Girtî bixwe xwedî helwest in û ji bo serbestberdanê dengê wan bilind dibe.

Gelek girtiyan, bi rêya malbatên xwe, ragihandin ku rewşa hemû girtîgehan cihê fikaran e û anîn ziman ku li dijî vîrûsa Coronayê tedbîr nayên girtin.

Hadî Elçîçekê, yê di Girtîgeha Tarsûsê de ye got:

Em ditirsin ku em jî bi vîrûsê bikevin.

Her wiha Şehrîban Çoban ku li Girtîgeha Jina ya Alîagayê girtî ye, diyar kir ku li dijî vîrûsê ti tedbîr nehatine girtin û heya niha 2 bijîşk, 2 girtî û 12 pasvan bi vîrûsa Coronayê ketine.

Girtiyên li girtîgehên Kurkçuler, Tarsûs û Antalyayê jî anîn ziman, ku li girtîgehan li dijî vîrûsa Coronayê ti tedbîr nehatine girtin û gotin:

Pasvan li gorî pîvanên paqijiyê tev nagerin, pêwîstiyên paqijiyê nadin, ava germ û sar bi rêk û pêk jî nîne û em avê dikirin.

Back to top button