Welatiyên Başûrê Kurdistanê banga diyalogê li aliyên Kurdî kir

Şêniyên devera Raperîn û Germiyanê têkildarî siyaseta şerxwaz a PDK’ê diyar kir ku her şerek rû bide wê bi xwe re karesatên mezin bîne û divê PDK neyê lîstika Tirkiyê û bang li aliyan kir ku pirsgirêkên xwe bi guftogoyê çareser bikin.

Tevî hemû bang û hewldanên sazî û rêxistinên siyasî yên Kurd ku şerekî gengaz di navbera Kurdan de dernekeve jî, PDK duh dîsa hêz şand qadên gerîla.

Li hemberî van hewldan û siyaseta şerxwaz a PDK’ê, welatiyên Başûrê Kurdistanê bihêrs û nerazîne.

Şêniyên devera Raperînê li ser vê mijarê ji ajansa nûçeyan “Rojnews” re axivîn.

Ciwanê bi navê Ezîz Hacî Niwaweyî diyar kir ku çi serkirdeyekî Kurd, divê nebe darê di destê dagirkerên Kurdistanê de. Divê bi ti behaneyek nekevin xizmeta dijmin.

Ezîz Hecî bang li gerîla û pêşmerge kir ku çawa li dijî DAIŞ’ê di heman sengerê de şer kirin, îro jî li dijî Tirkiyê şer bikin û şerê navxweyî pêk neynin.

Jina bi navê Tara Îbrahîm jî da zanîn her kes dizane dewleta Tirk vî şerî dixwaze û divê PDK neyê vê lîstikê û bang li aliyan kir ku pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin.

Rojnamevan Cebar Ezîz jî da zanîn ku Kurdan ti demê şerê navxweyî nexwestine, yên niha şer derdixîne, dagirkerin.

Li gorî Cebar Ezîz, eger şer rû bide, wê hemû destketiyên Kurdan têk biçin. Ji lew re pêwîstî bi diyalogê dît.

Welatiyên Başûr: Divê Kurd berê çekan bidin dewleta Tirk

Şêniyên herêma Germiyanê jî li ser heman mijarê axivîn û anîn ziman ku pêwîst e berê çekan biguherînin û bidin dewleta Tirk a dagirker ku bi salan e xaka Kurdistanê dagir kiriye û banga diyalogê kir.

Back to top button