Artêşa Lîbî daxwaza cezakirina aliyên ku pêvajoyê asteng dikin kir

Li Lîbyayê, komîteya leşkerî bi grûpa ewlekariyê re civiya û beşdaran daxwaz ji Konseya Ewlekariyê kir ku çi kes an jî aliyê pêvajoya agirbesta li Lîbyayê asteng bike, were cezakirin. Di heman demê de, dewleta Tirk rê neda hêzên Alman ên di çarçoveya operasyona Erinî de dixebitin, venêrînê li keştiyeke barhilgir a Tirkî, ku gumana veguhastina çekan bo Lîbyayê li ser hebû, bikin.

Ji fermandarên artêşa niştimanî ya Lîbyayê Xalid Mehcûb banga cezakirina astengkerên pêvajoya siyasî li Konseya Ewlekariyê kir.

Mehcûb ji dezgehên ragihandinê re diyar kir ku komîteya leşkerî duh Duşemê bi grûpa karê ewlekarî re civiya, ji bo civaka navdewletî agahdarî rêkarên cîbicîkirina rawestandina şer bikin.

Li gorî Xalid Mehcûb, di civînê de gelek daxwaz ji şandeya NY û Konseya Ewlekariyê hatin kirin, ji wan;

Pêwîstiya çalakkirina biryara qedexeya şandina çekan bo Lîbya, derxistaina hemû çete û hêzên biyanî ji welêt û cezakirina aliyên ku agirbestê asteng dikin.

Tirkiye rê neda hêzên Alman venêrînê li keştiyeke wê bikin

Di vê derbarê de, duh artêşa Almanyayê ragihand ku Tirkiye rê neda hêzên Alman ên di çarçoveya operasyona Erinî ya YE de dixebitin, ku venêrînê li keştiyeke Tirkî ya ber bi Lîbyayê ve diçû, bikin.

Berdevkê artêşa Almanyayê diyar kir ku leşkerên Alamn xwest venêrînê li keştiya Tirkî ya bi navê Rozalîna bikin, lê dewleta Tirk daxwaza wan red kir.

Enqere, ev venêrîn, bi ya derqanûnî bi nav kir û operasyona Erinî ya YE bi yekalîbûnê tawanbar kir.

Operasyona Erinî, Çileyê vê salê ji bo çavdêriya “biyara Konseya Ewlekariya ya qedexekirina çekan bo Lîbyayê” ji aliyê YE ve hatibû ragihandin.

Back to top button