Polîsên Tirk bi ser Ajansa Mezopotmyayê de girt û nûçegihanek binçav kir

Li Wanê vê sibehê, polîsan bi ser mala nûçegihanê Ajansa nûçeyan “Mezopotamyayê” Dîndar Karataş de girt û ew binçav kir.

Hate ragihandin ku niha Karataş li navenda polîsan a Wanê tê ragirtin.

Polîsan piştî binçavkirina Karataş, bi ser nivîsgeha Ajansa Mezopotamyayê ya Wanê de jî girt û lêgerîn pêk anî.

Polîsan behaneya lêgerînê, weke biryara Serdozgeriya Komarê ya Erziromê ya der barê Karataş de nîşan da.

Di 11’ê Îlonê de jî, polîsan bi ser malên nûçegihanên heman ajansê de girtibûn û Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û nûçegihana JinNews’ê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala hatibûn binçavkirin û girtin.

Back to top button