Li gundekî şêniyên resen ên Meksîkayê, êrîşek pêk hat û di encamê de 15 kes hatin kuştin.
Desthilatdarên eyaleta Wahaka ya li başûrê Meksîkayê ragihand, ku êrîş li bajarokê San Matio Dîl Mar pêk hat û di encamê de 13 zilam û 2 jin hatin kuştin.
Şaredariya bajarokê San Matio eşkere kir ku ev êrîş ji aliyê 6 çekdaran ve hatiye plankirin û guman heye ku wan destek ji serokê rêxistineke xwecihî, girtiye.
Şaredariyê teqez kir ku êrîşkaran, çend kes êşkence kirin û ew bi saxî şewitandin.
Girêdayî vê êrîşê, heta niha ti kes nehatiye girtin.
Li gorî berpisrên eyaleta Wahaka, ji bo zeviyan, ev çend sal in nakokî li vî bajarokî hene.