Kaçan: Ji bo vîrûsê me ji Rêveberiya Xweser alîkarî xwest

Wargeha Mexmûrê ev zêdeyî 7 mehane ji aliyê PDK’ê ve hatiye dorpêçkirin û ambargo li ser hatiye danîn. Tevî vê yekê metirsiya vîrûsa Corona rewşa li wargehê zehmetir kiriye. Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê banga alîkariya lezgîn ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatî Sûriyê kir. Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid diyar kir ku ew amadene li gorî derfetên xwe hemû pêwîstiyên wargehê pêşwazî bikin.

 

Duh Meclisa Gel a Wargeha Mexmûr peyamek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şandibû û xwestibû ku ji bo vîrûs derbasî kampê nebe, alîkariya wan bikin.

Îro jî Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan beşdarî nûçeyên me yên nîvro bû û careke din banga alîkariyê kir.

Rêveberiya Xweser: Em ê li gorî derfetên xwe alîkariyê pêşkêş bikin

Li ser banga Wargeha Mexmûrê, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid bi riya ajnsa Hewarê bersiva peyamê da.

Bêrîvan Xalid teqez kir ku ewê li gorî derfetên di destê wan de alîkariya gelê Mexmûr bikin û ev yek jî weke erkeke mirovî binav kir.

Back to top button