Rêxistina Efû ya Navdewletî: Divê Tirkiyê rojnamevanên girtî berde

Rêxistina Efû ya Navneteweyî diyar kir ku dewleta Tirk hiqûqê bi kêfî pêk tîne û bang li Tirkiyê kir ku rojnamevanên girtî berde.

Şaxê Rêxistina Efû ya Nanteweyî ya Tirkiyê ji bo berdana rojnamevanên li girtîgehan daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin Tirkiye hiqûqa heyî bi kêfî bi kar tîne.

Rêxistina Efûyê diyar kir ku bi girtina Bariş Terk-oglû, Bariş Peh-lîvan, Hulya Kiliç, Mûrat Agirel, Aydin Kev-ser û Mehmet Ferhat Çelîk re mafê azadiya derbirînê hatiye binpêkirin.

Rêxistinê li ser girtina rojnamevanan fikarên xwe yên kûr anî ziman û got: “Darezandin ne bi pîvan e.

Rêxistina Efû ya Navneteweyî bang li Tirkiyê kir ku tavilê rojnamevanên girtî berde.

Back to top button