Piştî kuştina 6 xwepêşanderan di xwepêşandanên duh ên Iraqê de, îro jî xwepêşandan bi germî li Bexda û tevahiya bajarên başurê Iraqê dewam dikin û hêzên ewlekariyê bi tundî li dijî xwepêşanderan derdikevin.
Di xwepêşandanên îro yên li qada Xilanî ya Bexdayê de, hêzên ewlekariyê li nêzî pira Senk gule bi ser xwepêşanderan de berdan û di encam de 7 xwepêşander birîndar bûn.
Li gorî agahiyan hêzên ewlekariyê konên xwepêşanderan şewitandin û bendên li qadê rakirin.
Her weha li ser rêya navdewletî ya parêzgeha Zîqar a başurê Iraqê, di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşanderan de pevçûn derket.
Li Besrayê jî hêzên ewlekariyê bi bêhtirî 60 erbeyên leşkerî êrîşî qada mangirtinê kir, kon şewitandin û gelek xwepêşander binçavkirin.
Li Kerbela jî êrîşkarin nenas bi bombeyên molotovê êrîşî qada mangirtinê kir û di encam de hejmarek kon şewitîn.
Ji bo parastina xwepêşanderan duh înê serkirdeyê operasyonên Besrayê Qasim Nezal, ferman da yekîneyên artêşa Iraqê da ku dakevin kolanan û parastina xwepêşandanên aştiyane bikin.