Heyva Sor a Kurdistanê eşkere kir ku ji roja destpêkê ve ji bo alîkariyê bighînin koçberên li sînorê Polonya û Belarûsê, di nava tevgerê de ne.
Heyva Sor ragihand ku li sînorê herdû welatan drameke mezin heye û got, Divê her kes ji bo koçberên li ser sînor rabe ser pêyan.
Heyva Sor a Kurdistanê derbarê koçberên li ser sînorê Polonya û Belarûsê daxuyaniyek weşand û wiha behsa rewşa kambax a li wir kir:
Bi hezaran koçberên ku piraniya wan Kurd in ji mirinê re hatine hiştin.
Herî kêm 20 koçber ji ber birçîbûn û sermayê jiyana xwe ji dest dane.
Rêveberiya Heyva Sor ji bo hewldanên alîkarikya van kesan ev agahî dan:
Saziya me tevî saziyên alîkariyê yên Kurdên li Ewrûpayê biryar daye ku alîkariya mirovî bide van koçberan.
Bêtirî hefteyekê pêwendiya me li gel balyozxaneya Polonyayê û saziyên din dewam dike.
Dewleta Polonyayê herêm a ku koçber lê ne wekî herêma leşkerî ragihandiye û çûnûhatin qedexe kiriye.
Ji ber vê jî heta niha hewldanên me negihiştine ti encamê.