Rebî: Serdana şandeya Talîban bo Tahranê bi agahiya Efxanîstanê pêk hatiye

Berdevkê hikumta Îranê Rebî diyar kir ku danustandinên navbera wan û şandeya Talîban ya li Tahranê di çarçoveya agahiyên Efxanistanê de pêk hatiye.

Rebî got, ewê ji rewşa nearam û tevlîhev ya li Efxanistanê bê helwest nemênin.

Berdevkê Hikumet Elî Rebî têkildarî serdana şandeya Talîban ya ji bo Tahranê ji ajansa fermî ya Îranê IRNA re axîvî.

Rabî diyar kir ku ew alîgirê tevlîbûna tevahî aliyên siyasî yên Efxanîstanê di danustandinan de ne û wiha got:

Serdana şandeya Talîban ya ji bo Tahranê di agahiya hikumeta Efxanîstanê pêk hatiye.

Emê ji rewşa ne aram û ewlekariya li Efxanistanê bê helwest nemînin.

Rabî anî ziman ku ev serdana şandeya Talîban ya ji bo Tahranê nayê wateya ku di navbera wan de têkliyek taybet heye.

Back to top button