Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi civîneke çapemeniyê bîlançoya xebatên xwe yên meha Çile ya 2021`an eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku wê hemû gelên herêmê biparêzin û li dijî hemû hewldanên xirab têkoşîna xwe bidomînin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi civîneke çapemeniyê li bajarokê Rimêlan ê girêdayî kantona Qamişlo, rewşa ewlehiya herêmê nirxad û bîlançoya xebatên xwe di Çileya 2021`an de eşkere kir.
Di civîna çapemeniyê hat gotin:
“armanca sereke ya êrişên çeteyên dewleta Tirk ew e ku DAIŞ careke din nefesê bikişîne û xwe komî ser hev bike.”
Hêzên Ewlekariya diyar kir ku bi armnaca aramî û ewlehiya li herêmê têk bibe da ku biratiya di navbera pêkhateyên herêmê de ji hev bixe, rejima Sûriyê li bajarên Qamişlo û Hesekê hewl dide rewşeke aloz derxîne.
Hêzên ewlekariyê xuya kir ku ew girêdayî yekbûna xwîna gelê Sûriyê ne û yekbûna xak û gelê Sûriyê diparêzin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya xebatên xwe yên di meha çileyê de eşkere kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîneke çapemeniyê de bîlançoya xebatên xwe di Çileya 2021`an de ragihand.
Bîlanco weha ye.
10 dewre hatin birêxistinkirin, 693 endaman perwerde dît
Tîmên endezyariya mayînan 23 mayîn bê bandor kirin
Di encama 25 teqînên li herêmê çêbûnê de 12 sivîl şehîd bûn û 21 sivîl birîndar bûn
Bi hevkariya bi Koalîsyona Navneteweyî li dijî şaneyên veşartî 7 opersyonên hevbeş pêk hatin
225 sûcdarên bazirganî û belavkirina madeyên hişbiriyê hatin girtin
143 dosyayên madeyên hişbiriyê radest kirin
5 şaneyên bazirganî û qaçaxçiya şûnwaran hatin girtin
13 tawanên kuştinê hatin eşkerekirin
6 tawanên sextekirina pereyan û 21 tawanên sextekirina belgeyên fermî hatin eşkerekirin
ji bo 4 qezayên trafîkê û 3 bûyerên şewatê destwerdana lezgîn hat kirin
Li tevahî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, 3 hezar û 289 girtî radestî komîteya lêpirsîn û dozgeriyê hat kirin
ji wan 2 hezar û 81 girtî serbest hatin berdan
Di heman demê de hêzên jin di dosyên ku sûc li jinê hatiya kirin di vê mehê de
7 hewldanên kuştinê û 3 hewldanên xwekuştinê pêk hatin
190 jinên sûcdar hatin girtin, ji wan 115 serbest hatin berdan
Di dawiyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn soza parastina destkeftiyên ku bi xwîn a şehîdan hatine bidestxistin dan.