3 kes ji ber vîrusa Corona jiyana xwe ji dest dan

Li Bakur û Rojhilaytê Sûriyê di 24 saetên dawî de 3 kes ji ber Coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa diyar kir her sê kesên jiyana xwe ji dest dane mêr in.

Mistefa destnîşan kir ku jê 17 mêr û 14 jin, 31 kes bi Coronayê ketine, 6 kesên ku pêketibûn jî, baş bûne.

Bi van daneyên dawî re, hejmara kesên ku bi Coronayê ketine li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihişte 17 hezar û 857’an, ji wan 729 kes jiyana xwe ji dest dan û hezar û 804 kes baş bûne.

Back to top button