Partî û rêxistinên siyasî banga girtina qada ezmanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin

34 Partiyên siyasî, tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li Qamişlo derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk de daxuyaniyeke hevpar dan. Partiyan bang li Koalîsyona Navneteweyî kirin ku, ji bo pêşîgirtina êrîşên dewleta Tirk û bidawîkirina sûcên wê, qada ezmanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin.

Derbarê gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertekên gelan û partiyên siyasî yên herêmê dewam dikin.

Li Navenda Lêkolîn û Şêwira Dîplomatîk a li Qamişloyê, 34 partî û rêxistinên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyeke hevbeş dan.

Daxuyanî bi zimanên Erebî, Kurdî û Suryanî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, tevî ku gelek caran bang li deweleta Tirk hat kirin ku li gorî peymanên agirbestê yên di Cotmeha 2019’an de hatine îmzekirin, tevbigere, lê dewleta Tirk sûcên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Di daxuyaniyê de bêhelwestiya NY ya li hemberî binpêkirinên qanûnên navneteweyî ji aliyê Tirkiyê ve, wekî sedema berdewamkirina êrişan û berfirehkirina qada dagirkeriyê ya dewleta Tirk, hat binavkirin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser destekdayîna DAIŞ’ê û hat diyarkirin ku Tirkiye li Rojhilata Navîn wekî dewleteke hov tevdigere û li dijî gelên herêmê polîtîkayên terorê dimeşîne.

Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku her tevgereke nû ya leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dê hewldana şerê li dijî DAIŞ’ê lewaz bike.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Koalîsyona Navneteweyî hat kirin ku li dijî dewleta Tirk tedbîrên tund bigire û qada ezmanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li balafiran, bigirin.

Back to top button