PDK, li Başûr ji bo MÎT’a Tirk baragehên nû ava dike

Roj bi roj hevkariya di navbera PDK û MÎT’a Tirk de eşkere dibe. Li gel bêdengiya wê li hember dagirkirinê, PDK’ê li herêma Başûrê Kurdistanê baragehên nû ji MÎT’a Tirk re ava dike. Ev barageh û navendên MÎT’ê jî piştî dagirkerina Bradost, Lêlikan û herêmên derdora wê, ji aliyê PDK’ê ve tên avakirin. 

Li şûna ku helwestek zelal têkildarî dagirkerî û êrîşên dewlet Tirk li ser Başûr Kurdistanê nîşan bide û qebûl neke, PDK’ê bi hêsanî ji MÎT’a Tirk re baregeh û navendên nû ava dike.

Dewleta Tirk a dagirker li deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê; di çarçoveya lihevkirina bi PDK’ê re navendên nû û xalên çavdêriyê ava kirine.

Niha li gel yekîneyên taybet ên PDK’ê navendên nû tên avakirin, ev yek jî ji bo şopandina navendên gerîla, şêwazê tevgera wan, depoyên çek û cebilxaneyan û çavkaniyên wan ên fînanseyê bên keşfkirin.

Baregehên nû yên hatine avakirin li van herêman in:

  • Li xeta Bradost û Sîdekan
  • Li ser Girê Hesen Beg
  • Li aliyê dikeve Çiyayê Helgurt û Hecî Umran
  • Li Çiyayê Hesaarî Serkan, li ser rêya Mexîman û sînorê Devera Dolan û li Rayat û Berde Zerdê
  • Li herêma Gundêjor, Gundêjêr û Şereye, herêma Belekatî , li Dêlzer û Berdeboşkan
  • Li ser girê Helemond û derdora navçeya Rewanduzê û gundê Xiwarû
  • Li Qesre, Bocar, Xaneq, Kolîtar, Mamerût, Pişt Mergê û Balayan

Li gorî nûçeya ANF’ê, ji bo avakirina van qereqolan û nûkirina yên berê komîteyek di navbera PDK û dewleta Tirk de hatiye avakirin.

PDK pereyan ji xezîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê digire, dewleta Tirk jî ji petrola ku Başûrê Kurdistanê ji bo Tirkiyê diçe pêşwazî dike.

Li gorî agahiyan, Yekîneyên Antî-Teror ên girêdayî Parastina îstixbarata PDK’ê ye, Fermandariya Sipêlk û Hêzên Piştewanî ya girêdayî Sihan Barzanî jî di nava vê planê de ne.

Agahî ji van navendan ji MÎT’a Tirk re diçe û li gorî van agahiyan cihên tên destnîşankirin, tên hedef û bombe kirin û di encam de sivîl dibin qûrban, bax û baxçeyên welatiyan wêran dibin.

Avakirina van baregehan hevkarî û desteka PDK’ê ji dewleta Tirk re eşkere dike û bi hêsanî rê ji dagirkeriya Tirk re vedike.

Back to top button