Etiyopya û Siûdî wê lêpirsînê li ser îdiayên HRW bikin

Li sînorê Siûdî yê bi Yemenê ve bi sedan kes hatin kuştin.
Piştî van îdiayên Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW), Etiyopya ragihand ku wê li gel Siûdî dest bi lêpirsînê bike.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) îdiaya kir ku ji destpêka 2022’an ve li ser sînorê Yemenê ji aliyê hêzên ewlekariya Siûdî ve bi sedan koçberên ku piraniya wan ji Etiyopyayê ne hatine kuştin.

Rêveberiya Etiyopya li ser van îdiayan ragihand ku lêpirsîn daye despêkirin.

Wezareta Karê Derve ya Etiyopyayê ragihand ku armanca wan ew e bi rayedarên Erebistana Siûdî re li ser îdiayan lêkolînan bikin.

Di daxuyaniya li ser tevna civakî ya X hate dayîn de, hat xwestin ku heta encamdana lêpirsînê dawî li hemû agahiyên bêbingeh werin anîn.

HRW di raporta xwe ya pêwendîdar de, ku xwe dispêre 38 şahidan, dîmenên satelayt û înternetê.

Rêxistin ragihand ku yekîneyên ewlehiyê yên Erebistana Siûdî li ser sînorê Yemenê û Siûdî tundî li koçberan kirine.

Pispora mafên mirovan Nadîa Hardman a ji bo amadekirina rapora ku tê de sûcdarkirinên giran tê de xebitî, di daxuyaniyek da.

Nadîa Hardman diyar kir ku hejmara rast nayê zanîn û ew texmîn dikin ku herî kêm 655 kes mirine.

Lêbelê, li gorî Hardman, ev hejmar dikare bibe hezar.

Amerîka û Almanya daxwaza lêpirsînê kirin

Piştî rapora berfireh a ku doh HRW’ê weşand, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji Erebîstana Siûdî xwest ku li ser sûcdariyên lêpirsînê bide destpêkirin.

Wezîra Karê Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock jî diyar kir ku bersiva Erebistana Siûdî ya li hemberî van îdiayan di warê têkiliyên bi Riyadê re xwedî girîngiyeke mezin e.

Wezaretê rapora ku tê de îdiayên giran cih girtî de wek “xemgîn” nirxand.

Biryara Etiyopyayê ya ji bo lêpirsîna li ser rapora duh a ku li hemû cîhanê bû sedema bertekan, ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE) ve hat pêşwazîkirin.

Netewên Yekgirtî (NY) jî par raporek li ser vê mijarê amade kiribû.

Di raportê de îdia hebûn ku hêzên Erebistana Siûdî di mehên despêka 2022an de nêzîkî 430 koçber li sînorê Yemenê kuştine.

Back to top button