KCK: Divê her qad bibin cihê têkoşîna azadiya Rêber Apo

Hevserokatiy Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Apo peyamek weşand û diyar kir Rojbûna Rêber Apo ya hemû gelan, jinan û civakên bindest e.
KCK’ê got, “Divê her qad bibin cihê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo. Divê sala 2021’an bikin sala azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê.”
Kongra Gel jî diyar kir ku êdî dem dema azadiya Rêber Apo ye.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê rojbûna Rêber Apo li gelê Kurd, jinan û hemû gelan pîroz kir.

KCK’ê diyar kir Rojbûna Rêber Apo ya hemû gelan, jinan û civakên bindest e û wiha got,

“Rêber Apo êdî ji yek kesîbûnê wêdetir e. Nasnameyeke hevpar e ku gel, civak û jin lê xwedî derdikevin. Di dîroka azadî û demokrasiyê ya mirovahiyê de bûyina Rêber Apo tê maneya qonaxeke girîng. Gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn, mirovahi û jin ji ber keda wî deyndarên Rêber Apo ne.”

KCK’ê destnîşan kir ku 4’ê Nîsanê divê bibe roja bilinkirina têkoşîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo û wiha dewam kir,

“Mirov encex dikare wiha bersivê bide rojbûna gelê Kurd, jinan û civakên çewisandî. Em bi vî rengî dikarin deynê xwe bidin Rêber Apo. Rêber Apo destnîşan kiriye ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo û ya gelan, jinan û civakên çewisandî yek e. Pêngava me ya, ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dema azadiyê ye’, her wiha têkoşîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiyê de bang li her kesî kir ku her qadê bikin cihê têkoşîna azadiya Rêber Apo û sala 2021’ê bikin sala azadiya rêber Apo û Kurdistanê.

Kongra Gel: Êdî dem dema azadiya Rêber Apo ye

Dîwana Hevserokatiya Kongra Gel jî bi daxuyaniyekê 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Kongra Gel diyar kir, Rojbûna Rêber Apo, rojbûna Kurdê azad e, rojbûna mirovê azad e, rojbûna jina azad e û mîlada dîroka tekoşîna Kurdên azad e.

Kongra Gel diyar kir êdî dem dema azadiya Rêber Apo ye û bang li her kesî kir ji bo têkbirina rejîma faşîst, bi pêngava “dema azadiyê” tevayî derfetên xwe seferber bikin û azadiya Rêber Apo pêk bînin.

Back to top button