Hêzên Antî Terorê li kampa Holê 4 çete girtin

Hêzên Ewlehiya Hundirîn operasyona xwe li Kampa Holê didomîne, herî dawî 4 DAIŞ’î li kampê hatin girtin. Li gundewarê Dêra Zorê jî QSD’ê 7 DAIŞ’î girtin.

Îro danê sibehê Di operasyona Hêzên Antî Terorê li Kampa Holê 4 çete hatin giritin.

Di nava kesên hatîn giritin de serçeteyek bi navê Nûrî Merdas Remadan heye ku bi Ebû Îmad tê naskirin.

Duh Asayîşê bidawîbûna qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ragihand.

Lêpirsîna bi çeteyên girtî re jî hîna dewam e û sûcên wan eşkere dibin.

Li ser mukurhatinên çeteyên girtî, duh li beşê yekemîn ê kampa Holê du cenazeyên serjêkirî di coyên avê de hatin dîtin.

QSD’ê li gundewarê Dêra Zorê 7 DAIŞ’î girtin

Li aliyê din jî QSD’ê operasyonên xwe yên li dijî DAIŞ’ê li Dêra Zorê didomînin.

Îro QSD’ê li bajarokê El-Kesrat ê gundewarê rojavayê Dêra Zorê 4 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Hêzên Yekîneyên Antî-Tororê jî li bajarokê Şihêl ê Dêra Zorê, bi çalakiyekê 3 serçeteyên DAIŞ’ê girtin.

Back to top button