Li Qamişlo di encama pevçûna du malbatan de 8 kes hatin kuştin

Li gundê Dilawiyê yê bajarê Qamişloyê di encama pevçûna di navbera du malbatan de 8 kes hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, Li gundê Dilawiyê yê başûrê Qamişlo yê ku di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de ye pevçûna di navbera malbata ‘Hiso’ û malbata ‘El-Helab’ ên êla El-Raşêd de derket.

Li gorî agahiyan, piştî ku hespekî malbata Hiso derbasî erdê malbata El-Helab bû, pevçûn derket û her du aliyan çek bi kar anîn.

Hat ragihand ku di encamê de 7 kes ji malbata El-Helab û kesek ji malbata Hiso hatin kuştin. Gelek kes jî birîndar bûn û heya niha alozî didome.

Back to top button