Li nexweşxaneya Kobanê beşê neştergeriya qestera hat vekirin

Li nexweşxaneya Kobanê bi piştgiriya Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê beşa neştergeriya qestere hat vekirin.

Bi dehan bijîşk, endamên Saziyên Sivîl û Nûnerên Partiyên Siyasî beşdarî vekirina beşê qestera bûn.

Li gorî bijîşkan, Pêvajoyên pêkanîna vê projeyê 3 salan dirêj kiriye..

Ev beş bi armanca sivikkirina azarên nexweşên dil û kêmkirina buhaya wê li ser şêniyên herêmê, hatiye vekir.

Ji bilî rewşên lezgîn dê rojane 3 nexweşên dil derman bikin, piştî kontrolkirina nexweş heke pêwîstiya wî bi neştegeriya qestereyê hebe dê jê re çêkin.

Her wiha hejmara bijîşkên di vî beşî de 4 heta 5 in..

Buhaya neştergeriya qestere jî wê bi nîvê buhaya wê ya li derveyî nexweşxaneyê be.

Back to top button