Li Paytexta Fransa Parîsê tecrîda li dijî Rêber Apo çalakî hat li dar xistin

Kurdistaniyên li Ewropayê jî li dijî cezayê dîsîplînê ku li Rêber APO hate birîn bi çalakiyên curbecur bertek nîşandan û bang li gelê kurd hemûyan kirin ku li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bikevin tevgerê.

Li Fransayê jî Jinên ciwan derbarê tecrîda li dijî Rêber APO de çalakiyeke şermezarkirinê lidarxistin.

Di çalakiya şermezarinê de tevgerên jin û ciwanan daxiyaniyek dan û ev tişt gotin:

“Me bihîst ku herî dawî 6 mehên din hevdîtina bi parêzeran re li Rêber Apo qedexe kirine.

Faşîzma AKP-MHP’ê bi israr nahêle hevdîtina bi Rêber Apo ya bi parêzeran û malbata wî re pêk were.

Em ê vê tecrîdê ti carî qebûl nekin û hînî jiyana bê Rêbertî nebin”.

Li Fransayê nobeda azadiyê bi koma ji ciwanan didome

Ji aliyeke din bi pêşengiya Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re, ji 25’ê Hezîrana 2012’an û vir ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li bajarê Strasbourg ê Fransayê ‘Nobeda Azadiyê’ tê lidarxistin.

Nobed di hefteya 571’ê de ye.

Çalakî vê hefteyê ji aliyê endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê tê meşandin.

Serhat Keklîk bi navê çalakgeran axivî û got:

“Em ji vê derê bang li raya giştî, Parlamentoya Ewropayê, bi taybetî jî gelê Kurd dikin.

Demeke dirêj e agahî ji Rêberê me nayê wergirtin. Em dixwazin fikarên xwe careke din bînin ziman.

Em soza xwe dubare dikin ku ciwan wê ti carî ji xeta Rêberê xwe dûr nekevin û her tim li ser vê xetê têbikoşin û fikrê wî pêkbînin.

Ji bo azadiya Rêberê me em bang li her kesî dikin ku tevlî Nobeda Rêbertî bibin.”

Ciwanên Tilkoçer tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir

Back to top button