“Fikrên Rêber Apo ji bo gelên Rojhilata Navîn rizgarî ye”

Kurdistaniyên li Swêd çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya NY’yê ya li Cenevreyê axivîn, got: “Fikirên Rêber Apo ji bo gelen Rojhilata Navîn rizgarî ye.”

Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan a ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo li ber avahiya Neteweyên yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê berdewam e.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK) Tûba Yilmaz, wiha axivî:

Hêzên ku kurdistanê xistin çar perçe disa hewil didin li gor xwe sînorên nû avabikin û nehêlin kurd bibin xwedî maf, taybet jî dewleta Tirk a dagirker bi vê erkê radibe

Lewma dewleta Tirk tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yekcar giran dike.”

“Bêyî fikir û dîtinên Rêber Apo tu serkeftinî nîn e”

Yilmaz balkişand ser girîngiya fikrê Rêber Apo j bo civaka Rojhilata Navîn û got:

“Ev li Rojava bi eşkerehî hat dîtin. Bi berxwedana Şengalê, Kobanê û hemû gelên herêmê û bi şerê li dijî DAÎŞ’ê ev rastî hat peyitandin.

Bêyî fikir û dîtînên Rêber Apo tu serkeftin nîn e.

Ji bo dawî li zilma li Kurdan tê kirin were divê mirov pêşî tecrîdê ji holê rake.

“JI bo azadiya Rêber Apo divê tevahî jin li cîhanê li qadan bin”

Back to top button