Cengîz Yureklî: Pêwîste azadiya Ocalan were mîsoger kirin

Parêzerê Rêber APO Cengîz Yureklî bal kişand ser agahî-negirtina ji Îmraliyê û ji partî û tifaqan pirsa helwesta wan a derbarê pergala tecrîda Îmraliyê de kir.

Ev 2 sal in tu agahî ji Rêber APO nayê girtin.

Her wiha hevdîtina malbat û parêzeran jî li gel Rêber Apo û girtiyên li gel wî jî tê astengkirin.

Herî dawî Mehmet Ocalan di 25’ê Adara 2021’ê de bi telefonê ku hatibû qutkirin sê çar deqîqeyan li gel kekê xwe Ocalan hevdîtin kiribû.

Ji parêzerên Ocalan Cengîz Yureklî diyar dike ku 24 sal in li Îmraliyê miwekîlê wan di nava şert û mercên îşkenceyê de ye û têkiliya wî û cîhanê ji hev hatiye qutkirin.

Yureklî destnîşan kir ku divê pergala li Îmraliyê were betalkirin û wiha got:

“Pêwîste azadiya Abdullah Ocalan were mîsogerkirin. Ev jî bi piştevaniya gelan mimkûn e. .”

Parêzer Yûrekî bal kişand ser serdana namzetê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû ku li gel HDP’ê hevdîtin kir û got:

“Kiliçdaroglû ji bo çareseriya pirsa kurd Meclisê Nîşan da. Axaftina Kiliçdaroglû girîng bû. Lê bi tena serê xwe tu wateya wê nîne.”

Parêzer Yureklî di dewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman;

”Abdullah Ocalan bi îsrar digot divê çareseriyê Meclis be û Meclis biryara çareseriyê bigire.

Heke muxalefet û siyasetmedaran guh bidana van bangên birêz Abdullah Ocalan wê ev çend salên alozî nebûna.

Cengîz Yureklî: Divê muxalafet ji bo tecrîdê bikeve nav tevgerê

Ji parêzerên Ocalan Cengîz Yureklî di dawiyê de got;

”Dvê hemû mûxalefet ji bo rakirina pergala li Îmraliyê bikeve nava liv û tevgerê.

Di rewşeke ku tecrîd û îşkence berdewam dike de hûn behsa kîjan qanûnê û hiqûqê dikin?

Îktidar viya bi rê ve dibe. Îcar hûn li dijî wê çi dibêjin?

Back to top button