Zûbeyîr Aydar: Ev hilbijartin ji bo me girînge

Endamê Rêvebir ya Konseya KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar dike ku rûxmê bêçalakîtiyê êrîşên dewleta Tirk dewam dikin û got:”Li dijî israra şer a desthilatê divê herkes helwesta xwe nîşan bide.
Ji bo pêvajoya hilbijartinê neyê sabotekirin divê li gorî vê biryarê berpirsyartiya xwe bi cih bînin.”

Tevî biryara KCK’ê ya bêçalakîtiyê ya piştî erdhejên 6’ê sibatê yên li Mereşê, dewleta tirk êrîşên xwe yên di 17’ê nîsana 2022’yan de li dijî herêmên parastina Medyayû û Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya PDK’ê dane destpêkirin, didomîne.

Di demeke ku êrişên hewayî didomin de Hevseroka KCK’ê Besê Hoza ragihand ku biryara bêçalaktiyê heta piştî hilbijartinên 14’ê gulanê dirêj kirine.

Endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê Zubeyîr Aydar, têkildarî êrişên dewleta tirk û di hilbijartinan de rola Tifaqa Ked û Azadiyê ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxandin.

Zubeyîr Aydar, diyar kir ku di erdhejên ku navenda wan Kurdistan bûn de zirareke mezin çêbû û anî ziman ku KCK’a êşên gel li ber çavan girtin ji ber vê yekê biryara bêçalaktiyê wergirt.

Zûbeyîr Aydar: Divê hêzên demokrasiyê helwestê nîşan bidin

Aydar têkildarî hilbijartinên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî ev nirxandin kir:

“Ev hilbijartin ji bo me jî ji bo hêzên demokrasiyê jî gelek girîng e.

Ji berê ve ji tevgera me daxwazên wiha hebûn; bila di pêvajoya hilbijartinê de tiştek çênebe, çalakî çênebin, bila ji bo aliyê din hincet dernekevin.

Zûbeyîr Aydar: Deshilata AKP MHP’ê dijminê hemû gelan e

Zûbeyîr Aydar ê qala tifaqên li Tirkiyê kir, anî ziman ku Tifaqa Cûmhûr ku desthilata AKP’ê û MHP’ê ava kiriye dijminê hemû gelan e û ev tişt got:

“Li ber çavane ku AKP’ê di 20 salan de Tirkiye xist kîjan halî.

Heke Tifaqa Cûmhûr qezenç bike ne pêkan e ku mirov qala demokrasiyê bike.

Endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê Zûbeyîr Aydar di dawîyê de anî ziman ku partiyên tifaqan bi navê ‘Pirsgirêkên Tirkiyeyê’ bernameyeke berfireh aşkere kirin û got:

” Heta ku rewşa gelê kurd a heq û hiqûqê neyê çareserkirin demokrasi pêk nayê.”

Back to top button