Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk di kiryarên xwe yên hovane de li Efrîna dagirkirî berdewamin.
Çeteyan 80 dar birîn û mala welatiyekî resen yê Efrînê firotin.

Efrîn POST ragihand ku çeteyên bi navê Melek Şah 60 darên zeytûnê li gundê Omaro birîn.

Ew dar, milkên welatiyê bi navê Mihemed Nebî Ibrahîm in.

Li gundê Cema jî 25 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Hesen Subhî jî hatin birîn.

Her wiha çeteyên Ehrar El-şam jî mala welatiyê bi navê Arif Badenilî yê ji taxa Eşrefiyê li hember 700 $ firotin.

Ev kiryarên hovane yên ku li Efrînê têne kirin piştî bûyer li Cindirêsê hê zêdetir bûn.

Çete ji xwe re ev fersendek dîtin û bi wê yekê hovîtiya xwe zêdetir kirin.

Back to top button