Şehîdên Sêwasê hatin bibîranîn

2’yê Tîrmeha 1993’an li otela Madimak a bajarê Sêwazê yê bakurê Kurdistanê piraniya wan nivîskar, rewşebîr, akademîsyen û hunermedên Elewî, 35 kes hatin qetilkirin.
Kesên ku di komkujiyê de hatin qetilkirin, îro bi girseyî hatin bîranîn. Di çalakiya bîranînê de hate gotin ku kujer dewlet e.

2’yê Tîrmeha sala 1993’an otela bi nave Madimak a li bajarê Sêwazê yê Bakurê Kurdistanê hat şewitandin.

Pirraniya wan hunermend, rewşenbîr, nivîskar û siyasetvanên Elewî 35 kes hatin qetilkirin. Tevî ku ev komkujî ji aliyê dewleta Tirk ve hat plankirin lê heta niha jî kujer nehatine eşkere kirin.

Îro bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, di salvegera 28’an a qurbanên Komkujiyê bi çalakiyek girseyî hatin bibîranîn.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê û nûnerên rêxistinên Elewiyan û rêxistinên girseyî yên demokratîk tevlî çalakiya bîranînê bûn.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di çalakiya bîranînê deaxivî û da zanîn beriya bi 28 salan li otelê komkujiyek hate kirin, lê ji hingî ve kiryarên komkujiyê hesab nedane û rastî nehatiye eşkerekirin û wiha got,

“Lê belê desthilatdariyê kujer parast. Em kujeran baş nas dikin. Li hemberî me zîhniyeteke kujer heye. Ev zîhnet hîn jî li ser kar e. Heta ku rastî eşkere bibe, heta ku kiryar eşkere bibin em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”

Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Elewî Bektaşî Huseyîn Guzel-gul jî diyar kir ku ew ê bibin dengê kesên di Komkujiya Sêwasê de hatine qetilkirin

Serokê Giştî yê Komelya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Ganî Kaplan jî diyar kir ku di nava komkujiyê de dewlet heye, lewma edalet pêk nehatiye.

Piştî axaftinan semah hate gerandin û bîranîn bi dawî bû.

Back to top button