Dagirkeriyê gelek dever û gundewarên Bakuer û Rojhilatê Sûriyê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê êvarê gelek dever û gundên bakur û rojhilatê Sûriyê topbaran kirin.

Dagirkeriya û çeteyên wê nêzî 200 top li gundewarê Eyn îsa û rêya M4 û gundewarê Girê Spî barandin.

Artêşa Tirk gundê Şeşê yê li rojavayê Girê Spî yê dagirkirî topbaran kir.

Di encama topbaranê de, welatiya bi nave Kewser Hec Xelîl a 45 salî û keça wê Mizgîn Hec Xelîl a 11 salî bi giranî birîndar bûn.

Her wiha birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Kobanê.

Bi tenê nema, her wiha taxên bajarê Eyn Îsayê jî ku bi şêniyên tijî ye, topbaran kirin.

Li Til Temirê jî, gundê Um Kêf û Til Cuma dan ber topan.

Li Minbicê jî Meclisa Leşkerî ragihand ku dagirkeriyê gundê Muhsinlî û Uwn dadat ku topbaran kirin.

Li ser Şehbayê û hinek deverên bi ser Efrînê ve ne, lê dagir nekirine jî, topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê nasekine.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê balafirgeha Miniqê ya Şehbayê û gundê Kefer Anton ê navçeya Şera ya herêma Efrînê ya dagirkirî topbaran kirin.

Di encama topbaranan de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Her wiha dagirkeriya dorhêla Til Rifetê jî da ber topan.

Back to top button