Turnuvaya kişikê “Şetrenc” bi dawî bû

Turnuvaya kişikê ku bi beşdariya 21 lîstikvanan duh li Qamişlo dest pê kiribû, bi serkeftina ciwanê bi navê Kawa Yunis bi dawî bû.

Li Qamişlo li hola lîstika kişikê (şetrenc) doh li navenda Yekitiya Werzîşê ya li taxa Asûrî ya Qamişlo, turnuvaya 10’an a kişikê hate lidarxistin.

21 lîstikvan ji Hesekê û Qamişlo beşdar bûn û 2 rojan dewam kir.

Di turnuvayê de piştî 7 geran ciwanê bi navê Kawa Yûnis bû şampiyon.

Her wiha Huner Temo bû ê 2’em û Dilxwaz Berakat bû ê 3’em.

Yekitiya Werzîşê xelat dan her sê lîstikvanên serkeftî.

Back to top button