Operasyona Şoreşgerî ya Gerîla: 47 dagirker hatin kuştin

HPG ragihand, di encama operasyonên şoreşgerî yên hêzên wan ên li dijî dagirkerên Tirk de 49 leşker hatine kuştin û gelek çek û cebilxane ketina destê gerîlayan. Artêşa Tirk a dagirker jî qadên Berxwedanê 4 caran bi bombeyên qedexekirî û 2 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kirin. Her wiha HPG eşkere kir 3 hevreyên wan ku pêşengî ji perasyona şoreşgerî re kirin şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya çalakiyên gerîla li dijî arteşa Tirk a dagirker eşker kir.

HPG diyar kir ku gerîla ji bo pîrozkirina destpêkirina sala 45’an a PKK’ê û tolhildana hevrêyên xwe operasyoneke şoreşgerî lidar xistine.

Li gorî ve

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

27’ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger li dagirkeran xistin.

Di encamê de 3 dagirker hatin kuştin.

Hema rojê li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a li Çemçoyê jî, tîmên gerîla ji du baskan ve bi çekên giran li dagirkeran dan.

2 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

26’ê Mijdarê li hemberî dagirkerên li Girê Hakkarî operasyoneke şoreşgerî hate destpêkirin.

Ji sê baskan ve bi bombeyên destan û çekên nîv otomatîk li dagirkerên li ser Girê Şehîd Zemanî hate xistin.

Di encamê de 17 çeperên dijmin hatin xistin, dagirkerên tê de hatin cezakirin û depoya erzaqên dijmin hat jinavbirin.

Di heman demê de gerîlayan li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Akîf û Girê Şehîd Viyan jî ji du baskan ve bi çekên giran û ferdî çalakî kirin.

Li vir jî 5 dagirker hatin kuştin..

27’ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên gerîla yên bi tevger bi çekên giran û sûîqastê li dagirkeran xistin.

Di encama vê çalakiyê de jî 2 dagirker hate kuştin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

HPG ragihand, di encama operasyonên şoreşgerî yên hêzên wan de bi giştî 49 dagirker tevî fermandarên wan hatine kuştin û gelek çek û cebilxane kete destê hêzên gerîla.

HPG: Dewleta Tirk 6 caran bi çekên kîmyewî û qedexekirî êriş k

Têkildarî êrişên arteşa tirk yên bi çekên Kîmyewî û bombeyên qedexekirî jî HPG’ got: Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 4 caran bi bombeyên qedexekirî,

2 caran bi çekên kîmyewî,

16 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran bi obus, hawan û çekên giran bombe kirin.

Her wiha HPG’ê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku hevrêyên wan Amed, Binevş û Baran ên pêşengî ji vê operasyona şoreşgerî re kirin û bi wêrekiyeke mezin şer kirin, şehîd bûne.

Back to top button