Cemîl Bayik: Mafê ti kesî nîne careke din Kurdan bide wendakirin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik da zanîn, ku gelê Kurd êdî li cîhanê tê nasîn û rêz ji bo wan tê girtin, lewma bi ti awayî nabe careke din Kurd werin windakirin.
Cemîl Bayik dubare banga diyalogê li PDK kir û teqez kir ku nabe ti partî, bi dijminên gelê Kurd re hevkariyê bike.

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik di bernameyek taybet a Stêrk TV re der barê siyaseta PDK ya şerxwaz de axivî.

Cemîl Bayik derbaskirina hêzan ji aliyê PDK ji bo Zînî Wertê, Xakûrk û herî dawî jî ji bo Garê, bi bîr xist û got:

“Li hemû beşan, derveyî welat, civaka Kurd gotin em li dijî şer in.

Ji ber şerê ku biqewime, ziyanê tenê nade PKK’ê, zirarê dide hemû gelê Kurd, ji lew re divê PDK guh bide bangên vî gelî.”

Cemîl Bayik anî ziman ku Kurdan bi têkoşîn û berdêlên ku dane, xwe bi cîhanê dane qebûlkirin û êdî rêz ji bo wan tê girtin. Lewam mafê tu kesî nîne, careke din Kurdan bide windakirin.

Cemîl Bayik: Kurd weke berê êdî çarenûsa xwe bi partiyekê ve girê nade

Cemîl Bayik diyar kir ku hestên netewîbûnê di Kurdan de xurtir bûye û êdî gelê Kurd çarenûsa xwe weke berê, bi partiyekê ve girê nade.

Cemîl Bayik: Em ji diyalogê re amade ne, em naxwazin şer derkeve

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê bangên diyalogê dubare kir û teqez kir ku nabe tu partî bi dijminên gelê Kurd re hevkariyê bike, divê PDK dorpêça li ser gerîla rake û veger cihê xwe yê berê.

Back to top button