Fermandarê Xwebexiş ê Pêşmergeyên YNK’ê Xazî Feysel derbarê tevgera çeteyên DAÎŞ’ê ya li Çiyayê Qereçoxê de diyar kir ku destek heye û rê nade dawî li çalakiyên çeteyan bê.
Duh bi şev çeteyên DAIŞ’ê ji çiyayê Qereçoxê, ji du aliyan ve êrişî baregehên leşkerên Iraqê kirin.
Li ser bersivdana hêzên Îraqê şer derket û êriş hat bêbandorkirin.
Fermandarê Xwebexş yê Pêşmergeyên YNK’ê Xazî Feysel derbarê tevgera Daiş’ê li vê herêmê ya dewam, ji Rojnews re axivî.
Xazî Feysel got:
“Pêşmergeyên PDK’ê Çiyayê Qereçoxê ji bo xwe zeft kirine û rê nadin ti hêzek din li wir bi cih bibe.
Daiş ji vir êriş dike lê PDK nahêle hêzên pêşmerge û Artêşa Iraqê li herêmê bi cih bibin..”
Li gorî Xazî Feysel, rê nayê dayîn li Qereçoxê çeteyên Daiş’ê bi dawî bibin û destek ji bo wan tê dayîn.