KCK: Sîstema êşkence û tecrîdê gihîştiye qonaxeke metirsîdar

KCK’ê diyar kir ku sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê gihîştiye asteke nû û bang li her kesî kir ku heta CPT daxuyaniyê bide û parêzer bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, bi ruhê seferberiyê bikevin nava liv û tevgerê û çalakiyên xurt bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî tecrîda giran a li ser Rêber Apo û daxuyaniya baroya hiquqê ya sedsalê derbarê CPT de daxuyaniyek da.

KCK balkişand ser daxuyaniya Parêzêrên Rêber Apo ku ragihandibû CPT di serdana xwe ya 22 Îlonê de li Îmraliyê hevdîtin pêk neaniyê û got: “Daxuyaniya parêzerên Rêber Apo nîşan dide ku CPT bi Rêber Apo re hevdîtin nekiriye, tevî vê yekê jî weke ku hevdîtin hatiye kirin pêşkêşî raya giştî kiriye.

Ev helwesta CPT asta sîstema tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê nîşan dide.

Ev rewş nabe ku ji rêzê bê dîtin û divê ji rêzê neyê dîtin.

CPT sedeme ku mijara tenduristî û jiyana Rêber Apo gihîştiye qonaxeke metirsîdar.”

KCK: CPT Rastî veşartiye, divê gelê Kurd helwesteke xurt nîşan bide

KCK diyar kir dewleta Tirk a mêtinger û qirker ku nekarî berxwedana Rêber Apo û gelê Kurd bişikîne, tecrid girantir kir û CPT jî tevlî vê yekê kir û got: “CPT ne tenê li ser çûyîna Îmraliyê daxuyanî neda, di heman demê de rastî veşart.

Divê gelê Kurd zanibe ku CPT û saziyên Ewropayê jî tevlî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê bûne û jiyana Rêber Apo êdî di metirsiyê de ye.

Lewma divê helwesteke xurt li dijî vê yekê hebe.

Divê CPT li ser rewşa Rêber Apo tavilê daxuyaniyê bide, serlêdana parêzeran a ji bo çûyîna Îmraliyê bi cih bê.”

“Heta ku CPT daxuyaniyê bide û hevdîtin pêk were divê çalakî xurtir bibin”

KCK her wiha balkişand ser helwesta gelê kurd ku êdî xwe li tecrîdê ranagre û wiha got: “Gelê Kurd hebûna xwe heta niha bi berxwedan û têkoşînê parast.

Rêber Apo jî afirînerê vê têkoşîn û berxwedanê ye û li refên herî pêş e.

Rêber Apo 24 sal in bi berxwedana li dijî sîstema tecrîd û êşkenceyê nîşan da ku ew ê dest ji helwesta azadiyê bernede.

Ev helwesta rêber Apo bi helwesteke xurt û çalakiyên topyekûn dikare bi cih bê anîn.

Heta ku CPT daxuyaniyê bide û daxwaza parêzeran a ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re pêk were, divê çalakî zêdetir bibin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiyê de anî ziman ku heta jiyana Rêber Apo di rewşeke nediyar û metirsîdar de be, divê kes nesekine û ev bang kir:;

“Di serî de gelê Kurdistanê yê welatparêz, em bang li her kesên alîgirê azadî, demokrasî û nirxên mirovahiyê dikin, ku li ber sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê rabin”

Back to top button