Spanya hewl dide dewleta Filîstînê were naskirin

Şerê Îsraîl-Hemasê bi agirbestekî û pevguhertina dîl û girtiyan rawestiya bû.
Di vê navberê de di serî de Amerîka hin welatên din ji bo çareseriyek di nava danûstandinê de bûn.
Amerîka dixwaze çareseriyek bi du dewletan pêş bixe, bo vê serdana xwe li heremê didomîne.
Her wiha Spanya jî diyar dike naskirina Fîlîstînê ji bo berjewendiyên Yekîtiya Ewropayê guncaw e.
Aliyek diplomasî didome aliyek jî weke îro dîsa şer li Xezayê bi dawîbûna agirbestê dest pê kir.

Spanya yek ji welatek di nava Yekîtiya Ewropayê de li dijî Îsraîlê xwedî bertek e.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez diyar kir ku ji bo bi dawîkirina Şerê Îsraîl-Hemasê û aramiya heremê divê dewleta Fîlîstînê were nas kirin.

Pedro Sanchez anî ziman ku naskirina Fîlîstînê ji bo berjewendiya Yekîtiya Ewropayê (YE) guncaw e.

Sancez li Ewropa û Spanyayê ji bo naskirina dewleta Fîlîstînê soz da û heger di nava Yekîtiya Ewropayê lihevkirinek nebe dibe ku wê Madrîd yek alî nas bike.

Her wiha helwesta Sanchez têkîliyên bi Îsraîlê jî neyênî bandor dike. Îsraîl 30’ê Mijdarê Balyozê xwe yê Spanyayê vekişand.

Antony blinken careke din serdana Îsraîl-Fîlîstînê kir

Wezîrê Karê Derve yê Dewletên Yekbûyî yê Amerîka Antony Blinken bi destpêka şerê Îsraîl-Hemasê ve cara sêyemîn serdana heremê dike.

https://t24.com.tr/haber/abd-disisleri-bakani-blinken-7-ekim-den-bu-yana-ucuncu-kez-bolgede-israil-cumhurbaskani-herzog-ve-filistin-devlet-baskani-abbas-ile-gorustu,1141048

Antony Blinken destpêkê bi Serokkomarê Îsraîlê Ishaq Herzog re li Tel Avivê hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de Blinken anî ziman Washington hewl dide dîlên li Xezayê serbest werin berdan.

Herzog jî da zanîn li Xezayê nêzî 150 dîl mane.

Rayedarekî Amerîkî destnîşan kir Blinken pişt re li Qudisê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netenyahu re hevdîtinê kiriye.

Blinken bi lîderê Fîlîstinê Mahmud Abbas re hevdîtînê kir

Her wiha Antony Blinken lîderê Fîlîstinê Mahmud Abbas re jî hevdîtinek pêk anî.

Hevdîtina ku Ramallah ê Şeria Rojava pêk hat, Blinken qala çareseriyeke du dewletan kir.

Piştî hevdîtinê ji Wezîrtiya Karê Derve yê DYA’yê daxaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin Blinken êrîşên li dijî sivîlên li Fîlîstinê şermezar kiriye.

Wezîrtiya Xezîneyê yê DYA mijara di fînanskirina Hemasê de hişyarî da Tirkiyê

Brian Nelson ku musteşarê Îstixbarata malî û terorê yê girêdayî Wezîrtiya Xezîneyê ya DYA ye derbarê fînansekirina Hemasê de Tirkiyê hişyar kir.

Brian Nelson ji rayedarên Tirkî re ragihand ku ew faaliyetên derqanûnî yê Hemasê li Tirkiyê bi fikar in.

Nelson diyar kir ku Tirkiyê yek ji welateke ku Hemas xwe fînanse dike û şerê li dijî Îsraîlê weke sûdekî bikar tîne.

Tirkiyê berovajî gelek welatên Rojavayî û hin welatên Kendavê Hemasê weke rêxistineke terorî nabîne.

Back to top button