Ji kampa Holê beşeke ji 152 malbatên din a penaberên Iraqî derket

Îro ji kampa Holê beşeke din a malbatên Iraqî derket û ber bi Iraqê ve hatin şandin.

Îsal ev beşa sêyemîn e ku penaberên Iraqê yên dixwazin vegerin, derdikeve.

Ew malbat tevî hêzên parastinê ji kampa Holê ber bi Iraqê ve çûn.

Karwana erebeyên penaberên Iraqî ber bi deriyê Faw a di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê de çû û ber bi kampa Ceda ya li parêzgeha Nînewa ya Iraqê ketin rê.

Hejmara kesên ku ji kampê derketin 152 malbat in, tê de 690 kes hene.

Bi wan re belgeyên Iraqî hene, ji jin, zarok, mêr û ciwanan pêk tê.

Back to top button