Wezîrê Derve yê Filistînê Riyad El-Malikî, careke din daxwaza lidarxistina kongreye navnetewî kir.
Riyad El-Malikî ji bo pabendiya bi aştiya li ser bingeha pirrengî, banga erêkirina daxwaza serokê Filistînê ya lidarxistina kongreyek navnetewî, kir.
El-Malikî diyar kir ku ne pêkan e bê azadiya gelê Filistînê, aloziya Rojhilata Navîn û şer bi dawî bibe.
Wezîrê Filistînî got:
“Lidarxistina kongreyê, wê bi beşdarbûna hemû aliyên têkildar û hevkariya lûtkeya çar-alî û endamên konseya ewlekariyê ji bo pêvajoyeke aştiyene rasteqîn pêk bê.”
Ev kongre bi armanca destpêkirina pêvajoya aştiyê di navbera wan û Îsraîlê de ye.