HRE: Li herêma Efrînê 10 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê jî bi çalakiyan bersiva sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didin.
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku hêzên wan navber 26-30’ê Hezîranê de li herêma Efrînê li dijî dagirkeran rêzeçalakî li dar xistin.
Hat diyar kirin di encama wan çalakiyan de herî kêm 10 dagirker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Rêzeçalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dikin.

Hêzên Rizgariyê têkildarî çalakiyên xwe yên di navbera 26-30’ê Hezîranê de daxuyaniyek belav kir.

HRE’ê ragihand ku di navbera 26 û 30’ê Hezîranê de, li hember artêşa Tirk û çeteyên wê rêzeçalakiyên bibandor hatin lidarxistin û ev agahî parve kir;

“26’ê Hezîranê, li bajarokê Marê, li hember nuqteyeke çeteyên dagirker çalakiyeke sekvanî hat lidarxistin û çeteyek hat kuştin.

Heman rojê li Çerxerêya Kawa ya Efrînê jî di encama çalakiyekê de serçeteyek jî di nav de, 3 çete hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Her wiha 2 erebeyên çeteyan hatin rûxandin.

27’ê Hezîranê, li gundê Dabiqê ya bajarokê Marê, li hember baregeheke artêşa Tirk çalakiyek pêk hat, lê hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.”

HRE’ê diyar kir ku di encama rêze çalakiyên sekvanî yên 29’ê Hezîranê, li derdora bajaroka Marê jî 5 çete hatin kuştin.

Hat diyar kirin 30’ê Hezîranê jî li pêşiya gundê Kefer Kelbîn yê bajarokê Ezazê, di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin.

Hat gotin heman rojê li bajarokê Marê, di encama çalakiyeke sabotajê de seyareyek doçkabarkirî hat rûxandin.

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di encama van çalakiyan de bi giştî 10 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.

Back to top button