Hunermend Ednan Dilbirîn li Qamişlo hat bibîranîn

Hunermend Ednan Dilbirîn di salvegera 23`yan a koça wî ya dawî de li bajarê Qamişlo hat bibîranin.

Hunermend Ednan Dibirîn ji gundê Dîrswanê yê navçeya Şera ya herêma Efrînê ye di sala 1999`an de koça dawî kiriye.

Kombenda Efrîn a Civakî merasîma bîranînê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo li dar xist.

Bi dehan welatiyên Qamişlo, koçberên Efrînê û endamên kombendê beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Di merasîmê de endamê Kombenda Efrîn a Civakî Şerîf Mihemed axivî û got: Stranên Ednan Dilbirîn li ser asta Kurdistanê belav bûn. Gelek stranên wî li ser newroz û li ser welêt bûn.”

Piştre sinevizyonek li ser ser jiyana hunermendê nemir Ednan Dilbirîn hat pêşandan.

Her wiha di dawiyê de koma Çiyayên Kurmênc berhemên xwe pêşandan.

Back to top button