Beriya lidarxistna civînên ”komîteya destûrî” şer gurtir dibe

Di wextekî de ku behsa çareseriya siyasî ya aloziya Sûrî tê kirin, şer li ser erdê gurtir dibe û binpêkirinên agirbesta yekalî dewam in.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku çeteyên dewleta Tirk bi moşekan hêzên rejîmê li herêma Herdane li gundewarê Hemayê kir hedef.

Her wiha rejîmê jî bejahiya Xan Toman li başûrê Helebê û gundewarê başûr-rojhilatê Idlibê topbaran kir.

Duh jî çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihandibû ku di encamê topbaran çeteyên dewleta Tirk li gundewarên Lazqiyê 2 leşkerên rejîmê hatine kuştin.

Ev şerê dijwar di wextekî de tê ku amadekariyên lidarxistina civînên danûstandinên avakirina Komîteya Destûrî tên kirin.

 

Leave a Reply

Back to top button