HPG: Li Heftenîn û Metînayê 2 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li qadên Heftenîn û Metîna yên Herêmên Parastinê Meydayê derbên giran li artêşa Tirk ya daagirker dan.
Di encama çalakiya gerîlayan de 2 leşkerên artêşa Tirk ya dagirker hatin kuştin.

Li başûrê Kurdistanê gerîla derb li ser derbê li artêşa Tirk ya dagirker didin. Gêrîlayên HPG’ê li Heftenîn û Metînayê li çeper û kozîkên artêşa Tirk ya dagirker dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kir;

“15’ê Cotmehê, artêşa Tirk a dagirker li kaşê Banîkê yê herêma Heftanînê dest bi operasyonekê kir. Hêzên me bi çalakiya sabotajê derbeke giran li dijmin dan. Hejmara dagirkerên hatin cezakirin nehate zelalkirin. Dagirker di 17’ê Cotmehê de ji qadê vekişiyan.

Hêzên me di 15’ê Cotmehê de li qada Kêşanê ya herêma Heftanînê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên li ser Girê Koxê Mele Yehya çalakiyeke sûîqestê kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin. Dagirkeran piştî çalakiyê bi obus, hawan û çekên nîvgiran bombebaran li herêmê kirin. Ji ber bombebaranê şewat li herêmê derket.

Hêzên me 17’ê Cotmehê li qada Minînê ya herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Dûpişkê çalakiyek li dar xistin. Dema ku komek ji dagirker li kozikê civiyan, hêzên me ew kozik tevî dagirkerên tê de îmha kirin.

Hêzên me li herêma Metînayê li dijî qereqola Kanîmasê li dijî leşkerênTirk yên dagirker çalakiya sûîqestê li dar xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Dewleta Tirk a dagirker di 14’ê Cotmehê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li gundên Gizê, Zaîte, Tixubê, Guzereşê, Sirtê Helwesîs, Sirtê Pîrê û Girê Şehîd Egîd dest bi operasyonê kirin. Li gundê Guzereşê zext li gelê me kirin û hin ji gundiyan binçav kirin. Ev operasyon di 15’ê Cotmehê de ji hin aliyan ve bi dawî bû.”

HPG’ê diyar kir dewleta Tirk ya dagirker êrîşên hewayî birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

HPG’ê da zanîn 16’ê Cotmehê herêma Garê û 16 û 17’ê Cotmehê jî herêma Avaşînê bomberan kirine.

HPG’ê diyar kir ji ber bombebaranê tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button