DMME:Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan nabe ku bê cezakirin

Ji ber pîrozkirina rojbûna Rêber Apo dadgeha dewleta Tirk cezayê girtîgehê li Endama Partiya Civaka Demokratîk Fehîme Ete birî bû. DMME’yê ji ber vê yekê Tirkiye mehkûm kir û diyar pîrozkirina rojbûna Rêber Apo ne sûc e.

Rêveberên Partiya Civaka Demokratîk-DTP’ê û endamên Komeleya Malbatên Girtiyan 4’ê nîsana 2016’an bi boneya pîrozkirina rojbûna Rêber APO li Sêrtê şahiyek li dar xistibûn.

Li ser vê yekê dewleta Tirk bi behaneya “li gor armanca rêxistinê tevdigere û pesnê sûcdaran dide” Fehîme Ete û 8 kesên din sûcdar kiribû.

Piştî wê Fehîme Ete, ji ber ku sûceke ne di cîh de li wan hatiye birîn serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû.

DMME derbarê serlêdanê de berî 2 rojan biryar da.

Dadgehê diyar kirin pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan nabe ku bê cezakirin û ev yek binpêkirina azadiya îfadeyê ya xala 10’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.

DMME’yê biryar da ku Tirkiye bi 2 hezar Euro tazmînata manewî bide Fehîme Ete.

Back to top button