Rêveberiya Xweser ji Başûrê Hesekê re 300 hezar dolar veqetand

Ji bo pêkanîna projeyên 2022`an, Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê 300 hezar dolar ji Şaredariyên Gel ên Başûrê Kantona Hesekê re, veqetand.

Rêveberê Nivîsgeha Pîşeyî ya Şaredariya Şedadê Emîn Bîlal anî ziman “Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê 300 hezar dolar ji şaredariyên herêmê re veqetand.”

Bîlal diyar kir ku ev pere li gorî projeyên plansaziya 2022`an li şaredariyên Ebdan, Til Şayîr, Mergeda û Şedadê hatin belavkirin.

Li ser budceya ku ji şaredariya Şedadê re hatiye veqetandin û awayê xerçkirina wê jî Emîn Bîlal ev got:

“Ev pere wê li ser gelek projeyan were belavkirin, ji wan; jinûve-sazkirina kanala sereke ya kanalîzasyonê ku ji beriya 40 salan ve ye.

Gelek rê wê bi qûmê werin dagirtin.

Projeya rêya kaniya ku li rojavayê navenda Şedadê ye wê pêk were.”

Back to top button