Wênesazên jin yên Kobanê bi pênûsa xwe dîrokê zindî dihêlin

Wênesazên jin ên Kobanê diyar kirin ku, ew di tabloyên xwe de hewl didin lehengiya şervanên ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kirine nîşan bidin.

Wênesaziyên jin ên Kantona Kobanê Rojîn Mîrvan û Nûrcan Hecî têkildarê rêwîtiya xwe ya ber bi wênesaziyê ve axivîn.

Wênesaz Rojîn: Hewil didim wêneyên çanda Kurdistanê zindî bikim

Wênesaz Rojîn Mîrvan ev tişt anî ziman:

“Dema min wêne xêzkir gelek biçûkbûm.

Wênesazî hunereke ku mirov hestên xwe yên xemgînî û kêfxweşiyê tîne ziman.

Ez niha jî, hewl didim ku di wêneyên xwe de çanda Kurdistanê zindî bikim û lehengiya ciwanên Kurdistanê ya li dijî çeteyan têdikoşin û berxwedan kirine xêz bikim.

Wênesaz Nûrcan: Ez dixwazim çand û rengên dîrokê derxim pêş

Wênesaz Nûrcan Hecî jî ev tişt got:

“5 sal in ez li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi beşa wênesaziyê re eleqedar dibim.

Armanca min ew e ku ez bibim wênesazeke bi nav û deng.

Ez dixwazim çand, êş û azara civaka xwe bi rengên wê yên dîrokê derxim pêş.

Back to top button