Li Almanya 2 endamên îstxbarata hikumeta Şamê tên dadgehkirin

Bi tawanên kirinên der-mirovî, 2 endamên berê yên îstxbarata hikumeta Şamê li dadgeheke Almanyayê tên darizandin. Tê zanîn ku ev gav yekemîn bi vî awayî li ser asta cîhanê tê avêtin.

Rêxistina Human Rights Watch jî têkilarî mijarê, ev gav bi dîrokî bi nav kir û diyar kir ku çi kesê li Sûriyê sûcên der-mirov kirine wê nikaribin ji adaletê birevin.

 

Li Almanyayê bi tawanên kirinên der-mirov îro 2 endamên girêdayî hikumeta Şamê li dadgehê tên darizandin.

Hat ragihandin ku ev herdu kes endamên îstxbarata hikumeta Şamê ne û di kirina sûcên der-mirovî de tawanbar in.

Yek ji van kesan bi navê Enwer Rislan e ku berê efserekî hikumeta Şamê bû û temenê wî 57 sal e.

Tawanên li dijî Rislan jî ew e ku di salên 2011-2012’an de 58 kes kuştine û herî kêm 4 hezar kes êşkence kirine.

Kesê din jî bi navê Îyad El-Xerîb e, 43 salî ye.

Tawana wî jî tundiya li dijî xwepêşanderên Sûrî ye.

Li gorî ku hatiye ragihand van herdu kesan sala 2019an ji Sûriyê reviyane û berê xwe dane Alamanyayê.

HRW: Çi kesên li Sûriyê sûcên der-mirovî kirine wê bên dadegehkirin

Têkildarî mijarê Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan Human Rights Watch diyar kir ku ev dadgehkirin dîrokî ye û li ser asta cîhanê gaveke nû ye.

Li gorî heman Rêxistinê êdî derfet heye ku ji bo qurbaniyê şerê li Sûriyê edalet pêk bê.

Rêxistinê got:

Çi kesê ku li Sûriyê sûcên der-mirovî kirine wê nikaribin ji edaletê birevin.

Back to top button