Feleknaz Uca: Peyman biryareke siyasî û berdewamiya fermana 3 Tebaxê ye

Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknaz Uca bertek nîşanî peymana di navbera hikûmetên Bexda û Hewlêrê de da û diyar kir ku ew biryareke siyasî ye û bi daxwaza Amerîka û Tirkiyê hatiye amadekirin. Feleknaz bang li aliyên Kurdî kir ku rê nedin komkujiya 3’ê Tebaxê dubare bibe.. 

9’ê Cotmehê, navbera hikûmeta Bexda û Herêma Başûrê Kurdistanê li ser Şengalê peymanek birêvebirinê hat îmzekirin.

Li gorî tê eşkerekirin ev planeke nû li ser civaka Êzidî ye.

Lewra li dijî vê jî nîqaş û nerazîbûnan pir hene.

Têkildarî vê, parlementera Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya Êlihê Feleknaz Uca nirxandin kir.

Feleknaz destnîşan kir ku 2014’an dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir, berê her kesî Pêşmergeyên PDK’ê reviyan. Ji ber wê 3 hezar jinên Êzidî hatin revandin. Heta niha jî çarenûsa bi hezar kesan nayê zanîn.

Feleknaz diyar jî kir ku dewleta Tirk ji 5 caran zêdetir, bombe bi ser Şengalê de berdane.

Parlementera HDP’ê got:

Tevî vê yekê niha jî bê vîna gelê Şengalê, li ser wan biryaran digirin, ev cihê şermê ye û nayê qebûlkirin.

Em destûr nadin ku Êzidî careke din bibin qurbana berjewendiyan.

Feleknaz ev yek weke peymana Lozanê ya 1923’yan nîşan da û ew bi biryareke siyasî ya bi daxwaza Tirkiye û Amerîkayê bi nav kir.

Feleknaz Uca: Aliyên Kurdî divê rê nedin vê planê

Feleknaz Uca îşaret bi yekîtiya Kurdan kir û bang li aliyên Kurdî kir ku ji bo komkujiya 3’ê Tebaxê dubare nebe, werin gel hev û got:

Pêwîst e em bêdeng nemînin, plan û lîstîkên Amerîka û Tirkiyê vala derxînin.

Back to top button