Hevserokê DBP’ê: AKP tecrîd veguherandiyê awayê rêvebirinê

Hevserokê DBP’ê yê Amedê Mehmet Bakir da zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP tecrîd veguherandiye awayê rêvebirinê.

Mihemed Bakir têkildarî qedexeya hevdîtina parêzeran û ya malbatê ku vê dawiyê hate ragihandin, axivî û anî ziman bi vê qedexeyê xuya dike ku desthilatdarî wê zextên xwe yên li ser hêzên demokratîk zêdetir bike.

Li gorî Bakir, bi vê biryarê, paradîgmaya Ocalan a pêşkêşî gelan kiriye, di hedefê de ye.

Bakir bang li hemû alîgirên demokrasiyê kir ku li dij tecrîdê rabin.

Li Strasburgê çalakiya ji bo azadiya Ocalan di roja 5. De didome

Her wiha Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêber Ocalan jî li Strasburgê di roja xwe ya 5. de didome.

Çalakvan dosyayên derbarê tecrîdê de li endamên Konseya Ewropayê belav kirin.

Back to top button